Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, dengdana li welatê Swêd ber bi dawiyê ve diçe. Nûnerên saziyan bang li gel dikin ku teqez ji bo serketinê her kes dengê xwe bikar bîne. Her wiha li qadê konên ku hatine vedan, bi coş û şahî gel piştevaniya xwe diyar dike. Nêrîna hin ji beşdaran bi vî rengî ye:
Parlamenterê Partiya Çep a Swêd Daniyel Riyazat: Em weke Partiya Çep a Swêd, hatine gel gelê Kurd ji bo ku piştevaniya xwe ji bo wan diyar bikin. Niha derfeteke pir başe ku em tev bi hev re dawî li dîktatortiya Erdogan bînin. Em weke Partiya Çep piştevaniya xwe ya ji bo tevayî gelê ku li dijî sîstema dîktatorî têdikoşe diyar dikin. Hewildana ji bo jiyana biratiya gelan ji her rengên cuda ya bi hev re daxwaza me ye jî.
Nûnerê Karê Derve ya NCDK-Skandînavya Ridvan Altûn: Ev hilbijartin ji bo diyarkirina paşeroja Rojhilata navîn e. Swêd bi serma xwe navdare lê îro gelê Kurd vegerandiye germahiyê. Em bi hêvî ne û bang dikin ku ji bo veguhertinê dengê xwe bikar bînin. Dirûşmeya me ya heya serketinê an em ê wana têk bibin, an em ê wana têk bibin.
Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Yîgît: Bi rastî jî weke her car jinan mohra xwe li hilbijartinê dan û ev yek bi qasî serketinê hêja ye. Ev 6 roj in em her roj têne vê qadê û li paşeroja xwe xwedî derdikevin. Partiyên din jî kon vedane, lê piştgîriya ku li gel konê me heye, deh qatî ji ya wan e. Em hêz û moralê xwe ji welat û welat jî moral ji me digre.
Mihemed ji Karlstad jî: Ev hilbijartin di navbera demokrasî û dîktatoriyê de ye. Baweriya me bi gelê me heye ku em ê bi ser bikevin."
Li Swêdê 7'ê Gulanê roja dawî ya dengdanê ye, lewma bang li hilbijêran hemûyan hate kirin ku teqez dengê xwe bi kar bîne.